2012/04/03

X-Men: First Class (2011)

Șêwaz: Aksiyon, Zanistî Xeyalî, Macera
Dem: 132 xolek
Derhêner: Matthew Vaughn
Nivîskar: Ashley Miller, Zack Stentz
Ekterên Filmî: James McAvoy, Michael Fassbender û Jennifer Lawrence
Pûan li malpera IMDB: 7.9/10

Çîroka filmî

Li X-Men de grûpek bêhempa û balkêş ji aferîdeyên bihêz (mutant) ku taybetmendiyên genetîkî hene, li cîhaneke de dijîn ku ji aliyê mirovan têne azar dan. Ev grûpe di bin rêberîkirina profesor Charles Xavierî hewil diden da ku cîhanekî çê biken ku mirov û mutant bi aştî bi hevdu re bijîn.

Danasîna filmî

X-Men: First Class filmeke aksiyon e ku di sala 2011-ê de û li gor çîrokên Marvel Comics ve hatiye çêkirin. Ev film e beşê pêncem ji rêzefilmên X-Meniye ku piştî (X-Men 2000), (X2 2003), (X-Men: The Last Stand 2006) û (X-Men Origins: Wolverine 2009)ê hatiye çêkirin. X-Men: First Class ji wek filmên berê tijiye ji tesîrkarên taybetî ku bi başî di filmî de hatiye bi kar înan û dikare temaşevanên xwe dilxweş bike.

Xelat

X-Men: First Class di sala 2011-ê de 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 16 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Elmanî, Fransî, Spanî, Rûsî
Dema weşandinê: 25-ê May  2011-ê
Cîyê film girtin: Englefield House, Theale, Reading, Berkshire, Ingilîstan, Brîtanya
Butçeya filmî: $160,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment