2012/03/17

J. Edgar (2011)

Șêwaz: Drama, Biyografî, Tawanbarî
Dem: 137 deqîqe
Derhêner: Clint Eastwood
Nivîskar: Dustin Lance Black
Ekterên Filmî: Leonardo DiCaprio, Armie Hammer û Naomi Watts
Pûan li malpera IMDB: 6.9/10

Çîroka filmî

J. Edgar Hoover yekem serekê FBI bihêztirîn û şerxwaztirîn kes di qirnê 20ê de ye. Ew pêncî salan wek sembolê qanûnê di Emerîkayê naskirî bû, loma gelek dost û dijmin hebûn.

Danasîna filmî

Filmê J. Edgar bi derhênana Clint Eastwood û li gor romana Dustin Lance Blackî ve hatiye çêkirin. Leonardo DiCaprio di filmê J. Edgar de, di rola J. Edgar Hooverê avaker û serpolîsê federala Emerîka FBI yê de dileyîze û her weha Naomi Watts, Armie Hammer, Dermot Mulroney, Ed Westwick û Josh Hamilton ji ekterên filmîne. Ev film e yekem hevkariya Leonardo DiCaprio di gel Clint Eastwoodiye.

Xelat

J. Edgar di sala 2011-ê de 2 xelat standin, û namzed bûbû bo wergirtina xelata Golden Globe û her weha 9 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 3"ê November 2011"ê
Cîyê film girtin: Cicada Club - 617 S. Olive Street, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $35,000,000(tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment