2012/03/17

The Flowers of War (2011)

Șêwaz: Drama, Dîrokî
Dem: 146 deqîqe
Derhêner: Yimou Zhang
Nivîskar: Heng Liu, Geling Yan
Ekterên Filmî: Christian Bale, Ni Ni û Xinyi Zhang
Pûan li malpera IMDB: 7.5/10

Çîroka filmî

Di sala 1973"ê, John Millerê Emerîkî ku birêveberê gorkirinêye, ji bo beşdarî kirin di merasima mirina keşîşekî diçe bo dêrekî ku hinek keçên xwendekarên ciwan li wê derê dixwînin. Di wê gavê de bajar dikeve destê leşkerên Japonî de û John û keçên xwendekar li wê dêrê de asê dibin.

Danasîna filmî

The Flowers of War (bi çînî: Jin líng shí san chai) dramayekî dîrokî û xeyaliye ku bi derhênana Yimou Zhangî ve hatiye çêkirin û Christian Baleî rolê serekî di filmî de heye. Sînaryoya filmî ji aliyê Heng Liu û li gor romana mêjûyiya 13 jin ji Nanjingê (The 13 Women of Nanjing) ve hate nivîsandin. Ev film e wek bijarteyeke nimûne ji welatê Çînê bo 84emîn xelata Oscarê hetibû hilbijartin, lê di lîsteya dawiyê ya namzedên Oscarê de nebû.

 Xelat

The Flowers of War di sala 2011-ê de namzed bûbû bo wergirtina xelata Golden Globe û her weha 6 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Çîn, Hong Kong
Ziman: Çînî (dîyalekta Nanjing), îngilîzî, Japonî, mandarîn, Shanghainî
Dema weşandinê: 16-ê December 2011-ê
Butçeya filmî: $90,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment