2012/03/20

Albert Nobbs (2011)

Șêwaz: Drama
Dem: 113 deqîqe
Derhêner: Rodrigo García
Nivîskar: Glenn Close, John Banville
Ekterên Filmî: Glenn Close, Mia Wasikowska û Aaron Johnson
Pûan li malpera IMDB: 6.6/10

Çîroka filmî

Di sedsala nozdehan de li welatê Îrlandayê kesek bi navê Albert Nobbs di motela Morrison's li bajarê Dublinê wek garsonekî guhdar kar dike. Albert Nobbs di motelê de şexsîyeteke naskiriye. Her çende ku Albert naskirî û birûmet e, lê ew nihêniyek di jiyana xwe de heye ku eşkere bûna wê jiyana wî ya civakî têk dide û ew nihênî ewe ku Albert jin e û bi tenê cilûbergên mêran dike ber xwe.

Danasîna filmî

Filmê Albert Nobbs li gor çîroka Îrlandî bi navê (Jiyana bêhempa ya Albert Nobbs) ku di sala 1927-ê ji aliyê George Moore ve hatibû weşandin, hatiye çêkirin. Albert Nobbs bi zîrekî hewil dide di paşbingehê sereke ya çîroka filmî de, mijara dîskrîmînasyon yan cudatîkirina cinsî di nevbera jin û mêran di sedsala nozdehan de wêne bike.

Xelat

Albert Nobbs di sala 2011-ê de 8 xelat standin, û namzed bûbû bo wergirtina 3 xelatên Oscarê û her weha 20 xelatên cîhanî.

Hûrgilî 


Welat: Brîtaniya, Îrland
Ziman:  îngilîzî
Dema weşandinê: 2-ê September 2011-ê
Cîyê film girtin: County Wicklow, Îrland
Butçeya filmî: $8,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment