2011/09/19

Wanted (2008)

Șêwaz: Aksiyon, Heyecan, Tawanbarî
Dem: 110 deqîqe  
Derhêner: Timur Bekmambetov
Nivîskar: Michael Brandt, Derek Haas
Ekterên Filmî: Angelina Jolie, James McAvoy û Morgan Freeman
Pûan li malpera IMDB: 6.7/10

Çîroka filmî

Wesley kurekê bêşans e ku hevala wî bêbextî lê dike. Ew li ciyekî kar dike ku rêve bera wêrê gelek enirî û bi kerb e. Rojekê keçek bi navê Fox ewî ji rûdanekê rizgar dike û di pey re ewî di gel grûpekê terorîstî dide nasîn.

Danasîna filmî

Wanted filmekê Tawanbarî û bi Heyecan e ku li sala 2008"ê de ji hêla derhênerê Qazaxistanî "Timur Bekmambetov" ve hate çêkirin û filmê yekê yê îngilîziye ku ji aliyê wî tê çêkirin. Wanted li gor pirtûka (comic book miniseries) yê nivîskar Mark Millarî hate çêkirin lê çîroka filmî di eslê xwe de çi peywendî di gel pirtûkê nîne, bingeha filmî di sala 2004"ê de hate danan û ta sala 2008"ê di vekêşe. Hejî gotinêye beşê duyem ji vî filmî li demekê nêzîk de dihê çêkirin.

Xelat

Wanted li sala 2008"ê de 2 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê ji bo baştirîn mîksa dengî û baştirîn editing a dengî û her weha 11 xelatên din.

Gîşe

Wanted li hefteya yekem de 50.927.085 dolaran hate firotin û piştî filmê (Wall-E) duyem filmê pirfroş li sala 2008"ê de bû û li dawiyê de 341.433.252 dolaran hate firotin.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Elmanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 12"ê  June 2008"ê
Cîyê film girtin: Barrandov Studios, Prague, Komara Çekî
Butçeya filmî: $75,000,000 (tê texmîn kirin)

                          

No comments:

Post a Comment