2011/08/10

Welcome (2009)

Șêwaz: Drama
Dem: 110 deqîqe
Derhêner: Philippe Lioret
Nivîskar: Philippe Lioret
Ekterên Filmî: Vincent Lindon, Firat Ayverdi, Audrey Dana û Mouafaq Ruşdi
Pûan li malpera IMDB: 7.5/10

Çîroka filmî

Çiroka filmî li ser kurekê kurd ji başûrê Kurdistanê ye ku divê bi rêya neqanûnî û melevaniya ji Calais li Fransayê biçe bo Îngilterayê da ku dezgira xwe bibine.

Danasîna filmî

Filmê Welcome bi derhênan u nivêsîna Philippe Lioretiye ku bo cara yekê di sala 2009"ê de li festîvala filmê Berlinê hate nîşan dan. Mouafaq Ruşdi yek ji ekterên zîrek u xodan şiyan ji bajarê Duhokê ye ku beşdarî di vî filmî de kiriye.

Xelat

Xelata "Label Europa Cinemas" û xelata giştî ji grûpê dadgerên sînemayî di sala 2009"ê de.
Xelata baştirîn Sînaryoya filmî û xelata taybet ji grûpê dadgerên cihêl li festîvala filmê Berlinê di sala 2009"ê de.
Xelata mezin ji ber xisûsiyeta dramatîk li festîvala filmê Heartland di sala 2009"ê de.
Xelata helbijarteya bîneran li festîvala navneteweyiya filmê Warşova û her weha gelek xelatîn din bi dest înan.

Hûrgilî


Welat: Fransa
Ziman: Fransî, Îngilîzî, Kurdî, Tirkî,
Dema weşandinê: 7"ê February 2009"ê

No comments:

Post a Comment