2011/08/09

The Hangover (2009)

Șêwaz: Komedî
Dem: 100 deqîqe
Derhêner: Todd Phillips
Nivîskar: Jon Lucas , Scott Moore
Ekterên Filmî: Zach Galifianakis , Bradley Cooper û Justin Bartha
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî 

Dawetek bi rêveye û Doug zavaye, lê ewî divê şeva dumahiyê ya zegordiya xwe di gel sê hevalên xwe biçe bajarê Las Vegasê, da ku vexon û serxweş bin. Doug di gel hevalên xwe diçe otêlekê li Las Vegasê û ji ber zêde vexarina alkoholî gelek serxweş dibin û spêdê dema ji xew rabûn di bînin pilingek li serşokê veye, didanê hevalekê wan yê ketî, bebikek ya di jora wan de û ji hûmiya nebaştir zava yê berze bûy.

Danasîna filmî

Karakterên filmî ji bilî hindê ku gelek di gel yek û du di goncin, ecêb û pir jêk ciyawazin, herweha di bêjî  her yek ji parçeka erdî hate û geheştîne yek. Sinaryoya filmî gelek bi nazikî û zewq hate nivîsandin, ji ber hindê bûye sebeb ku cihêl gelek hez ji vî filmî bikin.

Xelat

The Hangover di rêûresmî 67emîn xelata Golden Globeê, xelata baştirîn filmê komedî bi dest îna.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Elmanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 30"ê May 2009"ê
Cîyê film girtin:  Las Vegas, Nevada, Emerîka
Butçeya filmî: $35,000,000 (tê texmîn kirin)

                           

No comments:

Post a Comment