2011/08/09

The Godfather (1972)

Șêwaz: Drama, Tawanbarî
Dem: 175 deqîqe
Derhêner: Francis Ford Coppola
Nivîskar: Mario Puzo
Ekterên Filmî: Marlon Brando, Al Pacino û James Caan
Pûan li malpera IMDB: 9.2/10

Çîroka filmî 

Li sala 1940"ê de li bajarê New Yorkê kesek bi navê Don Vito Corleone serokê mezintirîn gropa tawankarî û mafîyayê bû. Piştî cenga cîhaniya duyem malbata Corleone di keve di nav bera du rêya de, çon yan neçona di nav cîhana nû ya mafiya de. Li cîhana nû ya mafiya de kirin û firotin û bazirganiya madeya bêhoşkar yan narkotîka di nav kar û bazarî de bû, ji ber hindê Don Vito Corleone hez li vê bazirganiya nû ne dikir, belê li dawiyê de hemû tişt tê guhartin û ew mecbûr dibe bikeve di nava vê bazirganiyê de.

Danasîna filmî

The Godfather yek ji xweştirîn filmên binavûdeng li sînemaya Hollywoodê ye. Du tiştên gelekî giring di nav filmî de hene ku ewê ji filmên din cuda dike, yek ji wan sinaryo û çîroka filmiye ku pêywendî û piştgirî û hesta însanî di nav malbata Corleone de diyar dike, û ji aliyê din bêrehmî û tawankariya wana. Ya duyem mûsîqa filmiye ku dîtin û nêrîna parçeyên romantîk di filmî de xweştir dike û we dike ku li dawiyê film li pêş çavên ewan bînera ku hez li filmên mafiyayê nakin kartikêrinêka baş lê dike.

Xelat

The Godfather di sala 1972"ê namzed bûbû bo wergirtîna 11 xelatên Oscarê belê li dawiyê 3 xelatên Oscar bo baştirîn filmê sînemayî, lîstîkvanê herî baş Marlon Brando û baştirîn sinaryo stendin.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, îtalî, Latin
Dema weşandinê: 15"ê March 1972"ê
Cîyê film girtin: 110 Longfellow Road, Staten Island, New York City, New York, Emerîka
Butçeya filmî: $6,000,000 (tê texmîn kirin)

                               

No comments:

Post a Comment