2012/04/19

Sands of Iwo Jima (1949)

Șêwaz: Aksiyon, Drama, Șer
Dem: 100 deqe
Derhêner: Allan Dwan
Nivîskar: Harry Brown, James Edward Grant
Ekterên Filmê: John Wayne, John Agar û Adele Mara
Pûan li malpera IMDB: 7.1/10

Çîroka filmê

Di Şerê cîhanê yê duyem û di kampa meşqkirina tîpa deryayiya Amerîkayê di welatê Zêlanda Nû de serokdeste Stryker bi dijwarî meşqê digel leşkerê xwe dike û ev dibe sedema hindê ku serbazan ji wî aciz bibin.
Piştî çendekî leşkerê deryayiya Strykerî ji bo wezîfeyê diçin bo girava Iwo Jimayê. Li wê derê leşkerê japonî bi dijwarî bergiriyê li dijî wan dikin. Li gor vî şerî leşkerê Strykerî di pê hese ku Stryker serokdesteyekî fedakar û sadiq e.

Danasîna filmê

Sands of Iwo Jima filmeke pir baş û şahane ye ku ji aliyê binavûdengtirîn derhênerê filmên klasîkî Allan Dwanî ve hatiye çêkirin. Ev film e diyar dike ku Allan Dwan çi qas profesyonel e di karê derhêneriyê de. Film ji bilî ku rewşa leşkerê deryayiyê xuya dike, berê xwe daneke hosteyane bi peywendiya serokdeste û serbazane û her weha wêneyekî tehl û dijwar e ji şerê di nava mirovan de.

Xelat

Sands of Iwo Jima di sala 1949"ê de xelatek bi dest îna û namzed bûbû bo 4 xelatên Oscarê.

Hûrgilî

Welat: Amerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 14´ê December 1949´ê
Ciyê film girtin: Kampa Pendleton Marine Corps Base, Oceanside, California, Amerîka
Butçeya filmê: $1,000,000 (tê texmîn kirin)

2 comments:

  1. Hecak xêra xwe lînkê fîlma jî bide em sêrbikin, Spas.

    ReplyDelete
  2. http://www.youtube.com/watch?v=2TOj0Bru3nk&feature=player_embedded
    Ev lînkê wê heval!

    ReplyDelete