2011/09/02

Red Road (2006)

Șêwaz: Drama, Nihênî, Heyecan
Dem: 113 deqîqe
Derhêner: Andrea Arnold
Nivîskar: Andrea Arnold, Anders Thomas Jensen
Ekterên Filmî:  Kate Dickie, Tony Curran û Martin Compston
Pûan li malpera IMDB: 6.8/10

Çîroka filmî

Kar û çalakiyên rojane yên hevwelatî ya li bajarê Glasgow li Skotlandê berdewam li bin çavdêrî ya polîsan e. Jackie li centerê çavdêrî ya polîsan kar dike.
Ew her roj li pêş dîwarekê mezin û tijî şaşe di rûne û jiyana xelkê bajarî kontrol dike ta ku rojekê li kamera de wêneyê mêrekî di bîne ku bi eşkere di xerab kirina malbata wê de peywendî hebu. Ew mêr tawanbarkê gelekî xirab bû û Jackie çûn û hatina wî kontrol dike. Herê Jackie hizra tolvekirinê dike? yan...

Danasîna filmî

Red Road filmeke Drama ye ku di sala 2006"ê de ji hêla derhênera bi nav û denga Brîtanî Andrea Arnold ve hatiye çêkirin. Ew berî niha ji ber filmê (Fish Tank 2009) namzed bûbû bo wergirtina xelata Oscarê. Filmê Red Road berhemê Brîtanya û Danîmarkêye.

Xelat

Red Road di sala 2006"ê de xelata (Carl Foreman) ji bo baştirîn derhênerê nuhdestpêkirî li merasimê BAFTAyê bi dest îna. Her weha wergirtina xelata Oscara lîstîknsnê alîkarkê mêr yê herî baş Tony Curran û namzed bûbû bo wergirtina 4 xelatên din ji merasimê BAFTAya Skotlandê. Xelata (Sutherland Trophy) li merasimê enstîtu filmê Brîtanya. Xelatê festîvala filmê Goteborg li Swêdê û gelek xelatên din bi dest xwe ve înan.


Hûrgilî


Welat: Îngiltere, Danmark
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 20"ê gulana 2006"ê
Ciyê film girtin: Barmulloch, Glasgow, Strathclyde, Scotland, Îngiltere

No comments:

Post a Comment