2011/09/04

The Beaver (2011)

Șêwaz: Drama
Dem: 91 deqîqe
Derhêner: Jodie Foster
Nivîskar: Kyle Killen
Ekterên Filmî: Mel Gibson, Jodie Foster û Anton Yelchin
Pûan li malpera IMDB: 6.7/10

Çîroka filmî

Walter li kompanî ya çêkirina yariyên zarokan kar dike. Ew demeke ku yê xemgîn û depres e û rojên wî bi xerabî derbaz dibe, ta ku rojekê hizrek di keve serê wî de û bi rêya bi kar anîna bûkika lîstikê yê seyê avî di gel malbat û hevkarên xwe peywendî dike.
Walter vê rêyê ji bo derbirîna hesta xwe û revîn ji problemên jiyanê bi kar di îne...

Danasîna filmî

The Beaver filmeke Drama ye ku di sala 2011"ê de ji hêla derhêner û ektera Emerîkî Jodie Foster ve hatiye çêkirin. Jodie Foster li berî niha filmên (Little Man Tate 1991) û (Home for the Holidays 1995) li berhemên xew de hebû. The Beaver li gor metna pêşî ya Kyle Killen ve hate çêkirin ku li berî çend salan gelek kesên din hez li çêkirina wê hebûn, lê nehat çêkirin.



The Beaver li roja yekê ya weşandinê biser neketineka netexmîn kirî bi dest xwe ve îna û li her car nîşandana filmî bi tinê 745/4 dolaran bilêt hate firotin. Hejî gotinê ye hejmara navencî ya firotina filman li sînema yên Emerîka yê li her car nîşandanê 15 ta 18 hezar dolarane. Bu drûst kirina filmî 21 milyon dolaran hatee xerc kirin. Li ber bû ev filme di sala 2010"ê de bihê nîşan dan lê ji ber gazî kirina Mel Gibson ekterê filmî bo dadgehê ji ber lê dana dezgira xwe û kêm bûna hezkirin wî, berhem hênerê filmî biryar da ku film li wê salê de nehê nîşandan.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 16"ê adara 2011"ê
Ciyê film girtin: 1125 Grand Concourse, Bronx, New York City, New York, Emerîka
Butçeya filmî: $21,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment