2011/08/28

Frida (2002)


Șêwaz: Drama, Biyografî, Romantîk
Dem: 123 xolek 
Derhêner: Julie Taymor
Nivîskar: Hayden Herrera
Ekterên Filmî: Salma Hayek , Alfred Molina û  Geoffrey Rush
Pûan li malpera IMDB: 7.3/10

Çîroka filmî

Filmê Frida li ser jiyana Frida Kahlo yek ji bi navûdeng tirîn nîgar kêşa ji stîlê surrealîzm e. Frida ji welatê Meksîkê ye û di jiyana xwe de herdem bi cesaret û bi hêz digel arîşe yên xwe miqawemet dikir.
Abor û îdare ya jiyanê li malbata Frida yê de gelek dijwar bû û dayik û babê wê hemî dema digel yek dijîtî hebû lê digel hemû arîşe yên aborî, Frida diçe bo zankoya bijîşkî yê da ku jiyana xwe biguhre.

Danasîna filmî

Li hundirê 4 ta 5 salan de Hollywoodê du film li ser jiyana nîgarkêşan çêkir, yek ji wan filman Modigliani di sala 2004´ê ye û filmê din jî Frida ye. Bi dîtina min her du film gelek xweşin û bi cwanî hatîne çêkirin lê wêneya filmê Frida yê gelek cwantire û her weha mûzîka filmî gelek ya bi hêze. Salma Hayek ektera serekî ya filmî bi xweşikî rolê xwe filmî de dike.

Xelat

Filmê Frida di sala 2002´ê de 2 xelatên Oscar û 14 xelatên cîhanî bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 29 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Kanada, Meksîk
Ziman: Îngilîzî, Fransî, Rûsî
Dema weşandinê: 29´ê tebaxa 2002´ê
Ciyê film girtin: Barrio del Alto, Puebla, Meksîk
Butçeya filmî: $12,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment