Șêwaz: Aksiyon, Drama, Macera
Dem: 178 deqîqe
Derhêner: Peter Jackson
Nivîskar: J.R.R. Tolkien, Fran Walsh
Ekterên Filmî: Elijah Wood, Ian McKellen û Orlando Bloom
Pûan li malpera IMDB: 8.8/10
Dem: 178 deqîqe
Derhêner: Peter Jackson
Nivîskar: J.R.R. Tolkien, Fran Walsh
Ekterên Filmî: Elijah Wood, Ian McKellen û Orlando Bloom
Pûan li malpera IMDB: 8.8/10
Çîroka filmî
Gustîlek tê çêkirin ku hêzeka reş û tarî ewê kontrol dike. Saruman serokê vê hêzê divê hemû quweta ji hev de bêxe û împaratoriya cîhanê destên xwe de bigire.
Gustîleka hêzê li gor hinek rûdana di kevê destên Hobbitekî bi navê Frodoyî de û ew di viya gustîlekê bibe wê derê ku hate çêkirin û di nav agirekî dijwar de bi helîne.
Danasîna filmî
Mîrê Gustîlan yan bi îngilîzî (The Lord of the Rings) romaneka hemasî û pir aşopiya J.R.R.Tolkien yan John Ronald Reuel Tolkieniye. Ev romane wekî dirêjiya romana bertira Tolkieniye bi navê Kêrvuşik-mirovî (The Hobbit) destpêbû û hema zû bû çîrokeka gelek dirêjtir. Ew bi şend qonaxekan ji sala 1937'ê heta 1949 'ê, û piraniya wê di salên Şerê Cîhanî yê Duyê da hat nivîsîn. Di pêş de ew di salên 1954 û 1955'ê de di sê cildan de hat belavkirin û ji hingî were gelek carên dî û bi kêmanî ve bi 38 zimanên dî hatiye belavkirin û buye yek ji karên herî hezkirî yên wêjeyê di sedsala 20'ê de. Filmên sêkane yên Mîrê Gustîlan (The Lord of the Rings) di salên 2001-2003'ê de bûn sedema zêdebûna hezkirina xelkî li karên Tolkienî.
Bêguman ji berî 50 salan heta niha her kesê ev pirtûke xwandibe, hez li hindê heye ku rojekî filmê wê bibîne. Lê teknîka sînemayê berfireh û pêşketî nebû û rewşa xeyalî ya jîngehê û fantazî ya pir mezin û şahane ku li pirtûke de hebû li wê demî de çêkirina filmî nemimkun kirbû. Loma hemû dema gelek derhêneran xewin û xeyala çêkirina filmî li gor vê şahkara hunerî li serê xwe de hebû, ta ku li dawiyê şîrketa (New Line Cinema) geheşte vê encamê ku dema çêkirina filmî hat û di nav hemû derhêneran de "Peter Jackson" hat hilbijartin û butçeya 300 milyon dolarî ji bo filmî hat terxan kirin da ku ev pirtûka sêkane bibe filmekê sînemayî.
Ya ku sehneyên mezin û navdar û rewşa esrarengîz û bisir çewa dihê çêkirin û hizaran pirsiyarên din hebû ku Peter Jackson di viya bersiva wan daba û yekem gav ji bersiva wan pirsiyara, çêkirina beşa yekê ya filmî bû. Peter Jackson piştî çend sal lêkolîna, dumahîkê sînaryoya beşa yekê ya filmî bi hevkariya 5 kesên din nivîsa, lê ev kare wesa ku tê pêş çav sanehî nebû. Çêkirina filmekê 3 saetî ji pirtûkeka pir mezin û şahkareka hunerî tine bi destê Peter Jacksonî hat encam dan.
Xelat
Filmê The Lord of the Rings di sala 2001'ê de 4 xelatên Oscar û 76 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 84 xelatên din.
Hûrgilî
Welat: Zêlanda Nû, Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Sindarin
Dema weşandinê: 10'ê December 2001'ê
Cîyê filîm girtin: Navçe ya lîstina Arrowtown Reserve, Arrowtown, Otago û Zêlanda Nû
Butçeya filmî: $93,000,000 (tê texmîn kirin)
No comments:
Post a Comment