Șêwaz: Drama, Nihênî, Heyecan
Dem: 130 deqîqe
Derhêner: Christopher Nolan
Nivîskar: Jonathan Nolan
Ekterên Filmî: Christian Bale , Hugh Jackman û Scarlett Johansson
Pûan li malpera IMDB: 8.4/10
Çîroka filmî
Alfred Borden û Robert Angier du hevalên ku ji cihêlîniyê pêkve karê sêhirbazî yê dest pê kirbpû belê piştî mirina jina Robertî di nav sêhirbazî yê de dijminiya wan dest pê dike.
Danasîna filmî
Filmê The Prestige karekê bi hêz e ji derhênerê xodan zewq Christopher Nolan ku di sala 2006´ê de li gor çîroka christopher priest nivîskarê îngilîzî hatîye çêkirin. Hevrikî û zikreşî di nav çîrokê de bi xweşikî hatiye nîşan dan. Pêş çavên rexnegirên filman ev filme bi başî hatiye çêkirin û pûana baş ji aliyê wan wergêrtiye.
Xelat
The Prestige di sala 2006´ê de namzed bûbû bo wergirtîna du xelatên Oscar û 17 xelatên cîhanî lê bele li dawiyê 4 xelat wergirtin.
Hûrgilî
Welat: Emerîka, Brîtanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 17´ê çirîya pêşîna 2006´ê
Ciyê film girtin: Belasco Theatre - 1060 S. Hill Street, Downtown, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $40,000,000 (tê texmîn kirin)
No comments:
Post a Comment