2011/08/09

In Bruges (2008)

Șêwaz: Drama, Tawanbarî
Dem: 107deqîqe
Derhêner: Martin McDonagh
Nivîskar: Martin McDonagh
Ekterên Filmî: Colin Farrell , Brendan Gleeson û Elizabeth Berrington
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî

Çîrok li ser du bikujaye ku piştî kuştina hinek kesan, di viya ji Londonê derkevin. Film bi gotûbêjeka ecêb û ji xafil ve û bi renge mozîka li bîr anîn (nostaljî) dest pê dike.
Piştî kuştina wan, sîlehê xwe min avête rûbarî de. Min destên xwe tiwaletê de şuştin. Çûme mala xwe û li hêviya fermanê mam.  Piştî bêhnekê ferman hat. Zibilêt ehmeq qebrê xwe ji vêrê biben û ji Londonê derkevin. Herên Bruggeê li Belcîkayê. Hema her min ne di zanî Brugge li kî derê ye.

Danasîna filmî

Martin McDonagh derhênerê filmî li 23 saliyê de karê xwe dest pê kir, sinaryoya filmê wî yê yekê bi gotêna wî bi mawê heşt roja hate nivîsîn û piştî hîngê çend sinaryoyên din ji li ser zor û şidetê nivîsîn. In Bruges filmê wî yê yekêye ku bi şêwey dirêj hate çêkirin. Dîyalog yan gotûbêjên filmî pir ji îşaret û heneke û bînerî efsûn dike. Li dawiyê In Bruges filmekê paqij û xweşike ku ji dîtêna wê bê behir nebin.

Xelat

In Bruges di sala 2008"ê de 14 xelat standin, her weha namzed bûbû bo wergirtîna xelata Oscarê û 34 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Brîtanya, Emerîka
Ziman: Ingilîsî, elmanî
Dema weşandinê: 17"ê January 2008"ê
Cîyê film girtin:  Brugge, Rojavayê Vlaanderen, Belcîka
Butçeya filmî: $15,000,000 (tê texmîn kirin)

                           

No comments:

Post a Comment