Șêwaz: Drama, Romantîk, Șer
Dem: 154 deqîqe
Derhêner: Anthony Minghella
Nivîskar: Charles Frazier
Ekterên Filmî: Jude Law, Nicole Kidman û Renée Zellweger
Pûan li malpera IMDB: 7.2/10
Çîroka filmî
Li sala 1864ê de salek berî dumahîk hatina şerên navxweyî ya Amerîkayê, Inman serbazekê başûrêye ku li şerî de birîndar dibe, ew hewil dide vegere bo mala xwe li Cold Mountain di Karolînaya Bakur de. Inman li vê hêviyê de ku dezgira xwe Ada yê careke din bibîne û jiyaneka nû digel wê dest pê bike.
Danasîna filmî
Cold Mountain hewildaneka cesûrane û bihêz e ji bo teswîr kirina karekê nimûne û bêqisûr. Wêneyek ji hemû nexweşiya u alozî, tevlihevî, bêserûberî û encama şerî vê berhemê de dihê nîşan dan. Cold Mountain filmekê şer û romantîk e ku li gor romana Charles Frazier û ji hêla derhênerê Brîtanî Anthony Minghella ve hatiye çêkirin. Beşek ji filmî li Bakurê Karolîna yê û bêtir ji filmî di herêma Transylvaniya li welatê Romanya yê hatiye wêne kirin.
Xelat
Filmê Cold Mountain di sala 2003´ê de xelata Oscarê û 17 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo wergirtina 63 xelatên din.
Hûrgilî
Welat: Emerîka, Brîtanya, Romanya, Îtalya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 25´ê çileya pêşîna 2003´ê
Ciyê film girtin: Carpathian Mountains, Romanya
Butçeya filmî: $83,000,000 (tê texmîn kirin)
No comments:
Post a Comment